Li Bazîdê Mihrîcana Ehmedê Xanî 09:31 10.05.2012 Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê dê Mîhrîcana Turîzm û Çandê ya Ehmedê Xanî bê lidarxistin. Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê Mîhrîcana Turîzm û Çandê ya Ehmedê Xanî ya Şaredariya Bazîdê ya ku her sal tê lidarxistin, 2 salên dawî ji ber pevçûnan û windahiyan hate îptalkirin îsal dê bê lidarxistin. Li gorî biryara Meclîsa Şaredariya Bazîdê salên borî 8 mîhrîcan li dar xistin û îsal dê Mîhrîcana Turîzm û Çandê ya Ehmedê Xanî ya Şaredariya Bazîdê di navbea 6-8'ê tîrmehê de li dar bixin. (bd)