Xelatên 1. Pêşbirka Filmên Kurdî yên Yilmaz Guney 05:48 15.11.2010 Xelatên 1'emîn Pêşbirka Filmên Kurdî yên Yilmaz Guney ku ji aliyê Şaredariya Êlihê ve hate organîzekirin û 3 rojan domand li Salona Yilmaz Guney a Sînemayê bi merasimimekê hatin dayîn. Hevserokên BDP'ê yên Êlihê Saadet Becerîklî, Şehmuz Aslan, Cigirê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, Serokê Weqfa Yilmaz Guney Riza Zingal, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û derhinerên sînemayê Ahmet Soner, Kazım Oz, Yuksel Yavuz, hunermendên sînemayê Menderes Samancilar, Erkan Can û gelek kes beşdarî merasimê bûn. Di serî de peyamên Şaredarê Êlihê yê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê girtin Nejdet Atalay û derhêner Fatih Akin hatin xwendin. 'Ez xelat pêşkêşî girtî û malbatên wan dikim' Derhinera fîlma "Deng" ku xelatê yekemîn girt, li ser jiyana malbatên kesên ketine girtîgehê û parçebûna jiyana wan tê sekinîn, Fîlîz Işık Bulut xelatê xwe ji destê Cigirê Şaradarê Êlihê Serhat Temel girt. Xelatê filmê dûyemîn ê "Bîsîklet" jî lîstîkvanê sînemayê Menderes Samancilar da derhênerê film Serhat Karaaslan. Xelatê seyemîn jî filmê Seren Gel ê bi navê "Dicle" girt. Xelatê Gel'ê hunermendê sînemayê Erkan Can dayê. Her wiha filmê "Cheese" ê ji Avusturyayê Derhêner Huseyîn Tabak jî Xelata Juriya Taybet girt. Derhênera fîlma "Deng" Fîlîz Işik Bulut, di merasîmê de axaftinek kurt kir û destnîşan kir ku ew xelatê xwe pêşkêşî girtî û malbatên wan dike. Di merasimê de derhêner û listîkvan Ahmet Soner, Erkan Can û Menderes Samancilar jî axaftinên kurt kirin û spasî ji kesên pêşbirk organîzekirine re kirin. Piştre belgeya spasiyê ji hunermend û ekîbên ku beşdarî pêşbirka 3 rojan bûne re hatin dayîn. Belgeyên spasiyê ji hêla Hevserokên BDP'ê yên Elihê Saadet Becerîklî û Şehmûs Aslan ve hatin dayîn. (ay/lg)