Polîsek mir 19 kes birîndar bûn 05:17 25.05.2012 Li dijî Midûriyeta Polîsan a navçeya Pinarbaşi ya Qeyseriyê êrîşa bi bombeyî pêk hat. Di êrîşa bi bombeyî de polîsek mir û 19 kes jî birîndar bûn. Serê sibê li dijî Midûriyeta Polîsan a navçeya Pinarbaşi ya Qeyseriyê êrîşa bi bombeyî pêk hat. Di êrîşa bi bombeyî de polîsek mir û 19 kes jî birîndar bûn. Hate zanîn ku maşîneyek bombe barkirî ket nava Midûriyeta Polîsan û derdor da ber guleyan. Piştî ku maşîne ket nava midûriyeta polîsan teqîn pêk hat û 20 kesên. Ji 20 kesan kesek mir û 19 kes jî rakirin nexweşxaneyan. Piştî bûyerê lêpirsîn û lêkolîn hate destpêkirin. Gelek ambulans û polîs çûn cihê bûyerê. (mae)