Nasnameya 6 gerîlayên li Çewlikê jiyana xwe ji dest dan 10:05 03.06.2012 HPG’ê nasnameya 6 gerîlayên di 15 ‘ê berfanbara 2011 de li Çewlikê jiyana xwe ji dest dan aşkere kir. Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di der ber pevçna di 15’ê berfanbara 2011 de li Çewlikê qewimî û 8 gerîyan têde jiyana xwe ji dest dan d daxuyaniyek da. HPG’ê ragihand ku wana beriya demekê daxuyaniyek der barê pevçûnê de dabûn û nasnameya gerîlayên di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan aşkere kir. Di daxuyaniya îro wiha hat gotin: “Di 15’ê berfanbara 2011, li bejahiya navçeya Xorxol a Çewlikê, artêşa Tirk a dagirker, şert û mercên dijwar ên zivistanê ji xwe re weke firsend dît û operasyonek li dar xist, di encama operasyonê de 8 gerîlayên me gihiştin şehatedê û me vê yekê bi raya giştî re parve kiribû. Me nasnameya hevalên xwe yên gihiştin şehadetê Yilmaz Amed – Murat Çetîner û Sarya Şoreş - Fatma Sayak aşkere kiribû. Nasnameya her 6 gerîlayên me yên din ji aliyê me ve hatin zelalkirin. “ Nasnameya 6 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan. -Altun Ekîncî, bi nasnavê Zîn Botan, di sala 1982 de li Sêrtê ji dayîk bûye, -Rûken Mihemed, bi nasnavê Peyman Efrîn, li Efrînê ji dayîk bûye. -Behman Reşîdî Keçelanlû, bi nasnavê Mazlûm Dilgeş, sala 1980’ê li Makoyê ji dayîk bûye. -Leyla Pîrevî, bi nasnavê Mizgîn Arman, di sala 1988’ê de li Urmiyeyê ji dayîk ûbye -Veysî Karahanli, bi nasnavê Bextiyar Kendal, di sala 1993 de li Amedê ji dayîk bûye. -Bêrîvan Aytek, bi nasnavê Delîla Çiya, sala 1991 li Amedê ji dayîk bûye. ANF NEWS AGENCY