Heyeta MGD-R'ê li Hewlerê semîner pêk anî 04:56 12.06.2012 Heyeta Meclîsa Gel ya Demokratik a Rojavaya Kurdistanê (MGD-R) li Hola Azadiyê ya Hewlêrê ji bo gel semînerek lidarxistin. Hevdîtinên heyeta Meclîsa Gel ya Demokratik Rojavaya Kurdistanê(MGD-R)li bajara Hewlêrê li hola Azadî ji bo gel semînerek lidarxistin. Di semînerê Hewserokên MGD-R Parêzer Evdilselam Ehmed Mamoste Sînem Mihemed li ser rewşa Rojavayê Kurdistan û Sûriyê û hevdîtinê xwe yên li Herema Kurdistan nêrînê xwe bi gel ve parvekirin. Ehmed da zanîn ku ev wan bi partî û saziyên heremê û herî dawî jî bi Encumena Niştîmanî ya Kurdên Sûriye re hevdîtina pêkanîn e û wiha got “ Me ji bo li Rojavayê Kurdistanê yekdengiya Kurdan ava bikin li Herema Kurdistan hevdîtina pêkanî û herî dawî jî me bi Encumana Niştîmanî re hevdîtinek pêkanî û em gîhaştin hinek biryarên nû.” (ak/mae)