Li Şirnex û Sîlopiyê 2 erdhej 04:32 14.06.2012 Li Şirnex û Sîlopiyê 2 erdhejên ku navenda wan Şirnex û navçeya Sîlopiyê bû û hêza wan 4.0 û 5.5 pêl pêk hatin. Li gorî pîvana Resedxaneya Kandilli ya Zanîngeha Bogazîci û Enstîtuya Lêkolîna Erdhejê li gundê Îkîzce ya Şirnexê serê sibê saet di 08:50:04'an de erdheja kûrahiya wê 7.2 kilometre û hêza wê 4.0 pêl pêk hat. Li gorî heman pîvanê li navçeya Sîlopiya Şirnexê jî saet di 08:52:53'an de kurahiya wê 5.4 û hêza wê 5.5 pêl pêk hat. Erdhej li Amed û gelek bajarên derdorê jî hate hîskirin. Der barê windabûn û birîndaran de tu agahî nehatine wergirtin. ANF NEWS AGENCY