Li Ebexê 9 TIR hatin şewitandin 05:13 06.07.2012 Hate zanîn ku endamên HGP'ê li Çiyayê Tendurekê yê di navbera navçaye Ebexa Wanê û navçeya Bazîda Agiriyê de 9 TIR rawestandin û barê wan şewitandin. Hate zanîn ku şevê din endamên HGP'ê di navbera navçaye Ebex a Wanê û navçeya Bazîda Agiriyê de 9 TIR'ên navneteweyî rawestandin û lêgerîna nasnameyan kir. Şevê din saet di 21.00’an de li ser riya Ebex û Bazîdê li Tendurekê pişti ku TIR hatin şewitandin rê li trafîkê hate girtin. Piştî bûyerê li herêmê operasyon hate destpêkir. (bg/mae)