Hevdîtinê şanda MGRK didome 06:16 13.07.2012 Şanda Meclîsa Gelê Rojavayê Kurdistan (MGRK) li Herema Federal a Kurdistanê hevdîtinê xwe didomîne. Heyetê Hemwelatiyên Azad û Wekhev û Partî Çareserî Demokratî Kurdistan (PÇDK) ziyaret kir. Hevdîtinê şanda MGRK ya Herema Kurdistan didome. Şanda ku ji hevserokên PYD'ê Salih Muslim, Asiya Ebdullah, hevserokên Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Ebdulselam Ehmet, Sînem Mihemmed pêk tê, Nûnerên Hemwelatiyên Azad û Wekhev Serdar Star û Mele Zana û Endamê Meclîsa PÇDK Perwîn Hesen û Mam Hejar ziyaret kir. Hate zanîn di hevdîtinê de rewşên Sûriyê û Rojavaya Kurdistan hate gotûbêj kirin. Di hevdîtinê de berdevkê Hemwelatiyên Azad û Wekhev Serdar Star yekîtiya Kurdên Rojava pîroz kir û dazanîn ew vê gavê erênî dibînîn. (ak-îk/mae)