Wesayîta ku erzaq dibir qereqolê hate şewitandin 07:58 24.07.2012 Kamyoneta ku li Navçeya Dara Hênê ya Çewligê erzaq dibir qereqola leşkeran ji aliyê HPG'iyan ve hate şewitandin. Kamyoneta sivîl ku erzaq dibir qereqola leşkeran a li herêma Gundê Botyana girêdayî Navçeya Dara Hênê ya Çewligê şeva din li nêzî cihê Kelepçîtepeyê ji aliyê endamê HPG'ê ve hate rawestandin. HPG'iyan şoforê wesayîtê peya kirin û agir berdan wesayîtê. Piştî bûyerê hate zanîn ku tevî leşkerekî zêde li herêmê operasyon hatiye destpêkirin. Roja yekşemê li heman herêmê wesayîta ku birayên Hadîn Aran û Cîhan Aran tê de bû û erzaq dibirin qereqolê ji aliyê HPG'iyan hate şewitandin. (ab/mae)