Li Misircê pêşandana filîman 06:55 26.07.2012 Şaredariya Misicê di çarçoveya meha Remezanê de dê hefteyê 2 rojan filîman bidin pêşandan. Li navçeya Misircê ya Sêrtê bi minasebeta meha Remezanê li Parka Misirca Mezin bernameyên çand û hunerê tên lidarxistin. Şaredarê Misircê Necat Yilmaz, Serokê Rêxistina BDP'ê yê navçeyê Zubeyîr Yoltay, endamên meclîsa şaredariyê û gelek welatî tevlî bernameyan bûn. Di çarçoveya bernameyê de di roja yekemîn de filîma Yilmaz Guney û Şerîf Goren ê bi navê "Yol" hate pêşandan. Piştî pêşandana filîmê Şaredarê Misircê Necat Yilmaz axivî û diyar kir ku dê di meha Remezanê de ji gel re aktîvîteyên çand û hûnerê li dar bixin. Yilmaz, anî ziman ku di meha Remezanê de dê rojên çarşem û pençşeman filîman bidin pêşandan. (bd/mae)