Li Dadgeha leşkerî parastina bi kurdî! 05:38 29.07.2012 Alî Fîkrî Işik ji ber ku çûyîna leşkeriyê red kir hate girtin û ew şandin girtîgeha leşkeriyê. Hate zanîn ku Işik dê di dadgeha leşkerî de daxwaza parastina bi zimanê kurdî bike. Nivîskarê Rojnameya Tarafê Alî Fîkrî Işik bi hinceta ku ji sala 1982'an û pê ve neçûye leşkeriyê di 9'ê Pûşberê de li Amedê hate binçavkirin. Hate zanîn ku Işik dê di 14'ê Tebaxê de derkeve dadgeha leşkeriyê û dê daxwaza parastina bi zimanê kurdî bike. Işik piştî 15 rojan li Amedê di girtîgehê de mabû û pişt re ji bo leşkeriya xwe bike wî şandibûn Edîrneyê. Lê Işik li wir ji ber ku got ew naxwaze leşkeriyê bike û dixwaze reda xwe ya wîjdanî eşkere bike carekî din hate girtin û wî şandin Girtîgeha Leşkerî ya Edîrneyê. Malpera înternetê ya bi navê 'ilkhaber.com' ku nivîsên Işik diweşîne diyar kir ku Işik dê di 14'ê Tebaxê de derkeve dadgehê û daxwaza parastina bi zimanê kurdî bike. (ab/mae)