Li Geverê çawişekî pispor mir 04:22 20.08.2012 Hate ragihandin ku, di teqîna li herêma Oremar ya navçeya Gevera Colemêrgê de çawişekî pispor miriye û 2 leşker jî birîndar bûne. Li gorî agahiyan, gêrîlayên HPG’ê li dijî leşkerên artêşa Tirk yên derketine operasyonê çalakiyekî bombeyî li darxistine. Di bûyerê de çawişekî pispor mir û 2 leşker jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku, leşkerên birîndar rakirine Nexweşxaneya Leşkerî ya Colemêrgê. ANF NEWS AGENCY