AKPê polîsan dewlemend kir 04:34 20.08.2012 Hukûmeta AKP’ê di nava 10 salan de hejmara endamên Midûriyeta Emniyeta Giştî ya Tirk gihand 270 hezarê û ji ber “serkeftina wan” pereyê 248 hezar û 69 polîsan zêde kir û polîsan xelat kir. Li gorî nûçeyek a rojnameya Cumhuriyetê, aşkere bû ku hukûmeta AKP’ê hema bêje polîsan weke hêzên milîsan di nava pereyan de hişt Polîsên Tirk ên ku li hemberî hemû xwepêşandan û mitîngên demokratîk bi awayeke hovane êrîş dikin û bi dehan zarok kuştin, ji aliyê hukûmeta AKP’ê ve weke “polîsên serkeftî” hatin binavkirin û hate xelatkirin. Hukûmeta AKP’ê di nava 10 salan de hejmara endamên Midûriyeta Emniyeta Giştî ya Tirk gihand 270 hezarê û ji ber “serkeftina wan” pereyê 248 hezar û 69 polîsan zêde kir û polîsan xelat kir. Bi kurtî kiryarên polîsên Tirk ên di navbera 2002-2011 de wiha ne: 2002 - 75 kuştinên kiryar nediyar, 40 di encama kuştinên bê daraz de, 5 kes jî di binçavan de jiyana xwe ji dest da. - 876 kes hatin îşkecekirin û li rastî muameleyên xirab hatin. - 21 hezar û 612 kes hatin binçavkirin. - 200 jê rojnamevan 1.148 kes hatin girtin. 2003; - Di encama kuştinên kiryar nediyar de 50 kes , di encama kuştinên bê daraz de 44 kes hatin kuştin. - 1.849 hatin îşkecekirin û li rastî muameleyên xirab hatin. - 9 hezar û 648 kes hatin binçavkirin, 1.196 hatin girtin. - 52 çalakî, daxuyaniyên çapemeniyê û mitîng li rastî mudaxeleya polîsan hatin. - 46 saziyên siyasî li rastî serdegirtina polîsan hatin. 2004; - Di encama kuştinên kiryar nediyar de 42 kes, di encama kuştinên bê daraz de 47 kes hatin kuştin. - 843 hatin îşkecekirin û li rastî muameleyên xirab hatin, di xwepêşandanên civakî de 213 kes birîndar bûn. - 6 hezar û 391 kes hatin binçavkirin, 774 jê hatin girtin. - 124 daxuyaniyên çapemeniyê, xwepêşandan, çalakî û mitîng li rastî mudaxeleya polîsan hatin. 2005; - Di encama kuştinên kiryar nediyar de 213 kes, di encama kuştinên bê daraz de 24 kes jiyana xwe ji dest dan. - 79 kes li rastî îşkence û muameleyên xirab hatin. - 4.956 kes hatin binçavkirin 515 jê hatin girtin. - 4 kes di binçavan de hatin kuştin. 2006 - 5.560 kes hatin binçavkirin, ji vana 1545 kes hatin girtin, - 44 kes bûn qurbanên kuştinê bê daraz, di encama mudaxeleya dijwar a li hemberî çalakiyên civakî de 12 kes mirin, 869 kes birîndar bûn, - Di encama karanîna çekan ji aliyê polîsan ve 32 kes mirin, 45 kes birîndar bûn. - 708 hatin îşkecekirin û li rastî muameleyên xirab hatin. 2007 - Di kuştinên kiryar nediyar de 42 kes mirin , 29 kes encama kuştinên bê daraz hatin kuştin. -Di binçavan de 5 mirin - Giştî 687 hatin îşkecekirin û li rastî muameleyên xirab hatin. - 7.197 kes hatin binçavkirin, 1440 kes hatin girtin. 2008; - Di êrîşên kiryar nediyar de 29 kes mirin, 33 kes encama kuştinên bê daraz hatin kuştin. - 8 kes di binçavan de hatin kuştin. - Giştî 448 hatin îşkecekirin û li rastî muameleyên xirab hatin. - 11.002 kes hatin binçavkirin, 2.347 kes hatin girtin. - 64 nunertiyên partiyan, 35 avahiyên komeleyan û 4 sendîka û ode li rastî serdegirtin û êrîşan hatin 2009; - 36 kes encama kuştinên bê daraz hatin kuştin. - 1.835 kes Li rastî îşkence û muameleyên xirab hatin. - 7.718 kes hatin binçavkirin, 1.923 kes hatin girtin. 2010 - 15 hezar û 976 kes hatin binçavkirin. - 23 hezar û 573 binpêkirinên mafê mirovan. Tenê li Bakûrê Kurdistanê 3 hezar û 706 kes hatin binçavkirin, 987 kes hatin girtin, 741 îşkence û muameleyên xirab pêk hatin. 2011 - Di sala 2011 310 kes di binçavan de, 517 kes li derve, 724 kes di girtîgehan de li rastî îşkence û muameleyên xirab hatin. Di 2011 de bi giştî 3 hezar û 252 kes li rastî îşkenceyê hatin. - 102 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li rastî gefê hatin. Di xwepêşandanên civakî 1425 kes jiyana xwe ji dest dan, di encama êrîşa polîs û hêzên taybet de 58 kes mirin. Di sala 2011 de 12 hezar û 685 kes hatin binçavkirin, 2 hezar 922 kes hatin girtin. ANF NEWS AGENCY