Recep Tayip Erdogan Zelal e 02:07 26.12.2010 Di Lijneya Giştî ya Meclîsa Enqereyê de, di nîqaşên roja dawîn a but.eyê de Recep Tayîp Erdogan xeber da û komxebeta “Xweseriya Demokratîk” a Amedê û BDP kir hedefa xwe. Beriya hilbijartinê Kurd û BDP wekî bermayiyên terorê, dek û dolapkar, kemînkar û bi kirina provakasyonê tawanbar kir. Eerdogan wisa got, “ Zimanê miletê min yek e, Tirkî ye.” Erdogan got, “Wekî her carê, beriya hilbijartinê alîgir û piştmêrên terorê dîsa taşeroniyê dikin, em ê hewldana wan a dîzaynkirina polîtîkaya navxweyê bêbersiv nehêlin.” Erdogan got, “ ew ê tawîza derbarê yek ziman, yek netew û tek dewletê nedin tu kesî.” Çavkanî (ANF)