Ji YPG'ê çalakiya bersivdanê 03:45 08.09.2012 Efrîn - Yekîneyên Parastina Gel (YPG), li hemberî komkujiya ku rejîma Suriyeyê li bajarê Helepê li dijî kurdan pêk anîbû û di encamê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dabû, çalakiya tolhildanê li dar xist. Di çalakiya ku li dijî baregehên leşkerî hate lidarxistin de, heta niha 3 leşker mirine û 50 çek hatine desteserkirin. Li gorî agahiyên ku çavkaniyên YPG’ê dane, hêzên YPG’ê di saetên êvarê de li bajarê Rojavayê Kurdistanê Efrînê li dijî 3 baregehên artêşa Suriyeyê çalakiya tolhidanê li dar xist. Hate ragihandin ku di çalakiyan de heta niha 3 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûne. Her wiha 50 çek û alavên din ên leşkerî hatine desteserkirin. Pevçûn didome… ANF NEWS AGENCY