Li Çewlikê pevçûn: 2 leşker birîndar in 03:59 22.09.2012 Hate ragihandin ku, di pevçûna navber gêrîlayên HPG’ê û artêşa Tirk de 2 leşker birîndar bûne. Li gorî agahiyên ku hatine girtin, di bejahiya gundên Çîçekdere û Ortaçanak de di demjimêrên şevê de navbera gêrîlayên HPG’ê û leşkerên artêşa Tirk de pevçûn rû da. Di pevçûnê de 2 leşker birîndar bûn. Hate ragihandin ku, rewşa yek ji leşkerê birîndar girane. Di pevçûna li heman herêmê de di demjimêrên sibehê de cerdevanek hatibû kuştin. ANF NEWS AGENCY