Li Kurd-Kavê Pêşengeha Karîkaturên Mamoste 02:55 03.01.2011 Weqfa Lêkolînî û Çandî ya Kurdî (Kurd-Kav), pêşengeha karîkaturên xêzkarê naskirî Mamoste Nûjen vekir. Di pêşengehê de bi qasî sed karîkaturên hunermend hatin pêşandan. Ji bo vekirina pêşengeha karîkaturên Mamoste Nûjen li salona avahiya Kurd-Kavê kokteyl hat dayîn û di derbarê vê çalakiya hunerî de serokê weqfê Kasım Ergun û hunermendê karîkaturan Mamoste Nûjen jî axaftin kirin. Mamoste Nûjen kêfxweşiya xwe ya ji bo vekirina pêşengehê anî ziman û li ser xebatên xwe yên xêzkariyê ku, ev zêdeyî 25 sal in berdewam dike çend agahî bi beşdaran re parvekirin. Serokê weqfê Kasım Ergun jî bal kişand ser çalakiyên çandî û hunerî û da zanîn ku, ew dixwazin di bin banê wefqfê de xebatên li ser çand û hunera kurdî xurtir bikin û xwest ji bo geşkirina xebatên weqfê alikariya wan bê kirin. Weqfa Lêkolînî û Çandî ya Kurdî, ev demeke xebatên xwe yên li ser ziman, çand û hunera kurdî zêde kirine û niha jî ji bo kesên bixwazin hînî kurdî bibin qursên fêrkirina zimanê kurdî daye destpêkirin. Mamoste Nûjen kî ye? Mamoste ji bajarokê Diyarbekirê Bismilê ye û piştî derbeya 12ê Îlonê koçberî Ewropayê bûye. Berî ku here derveyî welat li hin herêmên Kurdistana Bakur mamostetî kiriye. Niha li Swêd dijî û bi xêzkarî û karên hunerê re mijûl dibe. Berhemên Mamoste Ji sala 1985an heta 1987an bi navê ÎSOT kovareke karîkaturan derxistiye. Pirtûkên wî yên karîkaturan ên bi navê Dengê Xêzikan (1984) û Mêr Mêra Nas Dike (1993) hene. Ew niha jî xebatên xwe yên li ser hunera xêzan didomîne û karîkaturên wî di hin malperên kurdî de tên weşandin.