BANGA ZIMANÊ KURDÎ 07:29 02.10.2012 BANGA ZIMANÊ KURDÎ “Ev ziman yê me hemûyan e, ew welat yê me hemûyan e!” 477 Kurdên ronakbîr, akademîsyen, lêkolîner, mamoste, nivîskar, rojnameger, awûqat, xwendekar, siyasetmedar, muhendîs û doktor, yanî “477 Kurdên Kurd”, yên ji çar aliyên Kurdistanê û Ewropa û Amerîka û Kanada û hetta Awustralyayê, ku ji zimanê xwe hez dikin û naxwazin ku Kurd ji hevdu bên parçekirin, li dijî wan provokasyon û heqaretên ku di warê dabeşkirina zarava û alfabeyên kurdî de hatine kirin, Banga Zimanê Kurdî îmza kirin. Weke ku tê zanîn, meha bihurî 471 kesên ku ji xwe re dibêjin “ronakbîr” ku stranbêj û helbestvan û rojnameger û weşanger û kesayetiyên naskirî di nava wan de hebûn, li ser pirsgirêkên alfabeya kurdî daxuyaniyek belav kiribû û bang li rayedarên Herêma Kurdistana Başûr jî dikir ku alfabeya erebî bi awayekî fermî were pejirandin û qanûnek di derbarê wê de were çêkirin. Van 471 kesan di wê daxuyaniya xwe de Kurdistana Başûr û Kurdistana Rojhilat ji parçeyên Kurdistanê yên din cuda dihesibandin û bi ziman û şêwazeke tund ve didan zanîn ku bikaranîna alfabeya latînî ya li van parçeyan ji bo wan “xeta sor e” û bikaranîna her du alfabeyan ya li cem hev jî “lîstina bi agirî” ye û bi vî awayî gef li rewşenbîr û zimannasên Kurd dixwarin. Li ser vê daxuyaniya ku bi zimanekî tehdîtkar û provokatîf hatibû nivîsandin, berî du hefteyan 80 ronakbîr û akademîsyen û nivîskarên kurd Banga Zimanê Kurdî belav kiribû, da ku balê bikişînin ser provokasyonên ku li Başûrê Kurdistanê bi destê hin kesên naskirî ve tê kirin. Bi dû re, li ser daxwazê, ew bang ji îmzayê re hatibû vekirin, ji ber ku ev ziman yê hemû Kurdan e û mafê her Kurdî heye ku li zimanê xwe bi xwedî derkeve û li dijî helwêstên bi vî rengî rabe. Dîsa jî, pirraniya kesên ku piştgirî daye Banga Zimanê Kurdî akademîsyen û mamosteyên zanîngehan û lêkolîner û ronakbîr û nivîskar û rojnameger in ku weke kedkarên zimanê kurdî têne naskirin û di nava civaka kurdî de xatirê wan bilind e. Hejmar di vê bangê de bi tenê bi awayekî « sembolîk » bi 477’an hatiye bisînorkirin. Ji Dem û Dezgehên Neteweyî yên Kurdistanî re, Ji Raya Giştî re, Zimanê kurdî zimanekî pirzarava û piralfabe ye ku ev rewşa zimanî ji zû ve ye ku ji aliyê hin derdoran ve weke astengên mezin yên li hember yekîtiya neteweyî tên nirxandin û pêşniyarên jakobenîst û şoven ji bo çareseriyê tên kirin. Dîroka me ya nêzîk bûye şahida hin hewldanên sepandina zaravayekî li ser zaravayên din an jî ya alfabeyekê li ser alfabeyên din. Divê were destnîşankirin ku hewldanên bi vî rengî dikarin nakokiyên gellekî ciddî yên siyasî û bi taybetî jî çandî di civata me ya pirbeş û bêdewlet de bide peydakirin ku çareseriya wan dê dijwartir be. Welat û hikumetên ku ji sedsala 19’an ve li seranserê cîhanê ketine nava hewldana sepandina zarava û alfabeyan ya li deverên pirziman û pirzarava û piralfabe, dawiya sedsala 20’an li vê siyaseta xwe poşman bûne û êdî hewl didin ku cîhêrengiya zimanan weke rengên dewlemendiya çandî û dîrokî werin bikaranîn. Di nava Kurdan de, ji ber parçebûyina axê, biryar û siyasetên di mijara zimanî de divê bi hesabine gellekî kûrtir û dûrtir werin kirin. Lewre, divê neyê jibîrkirin ku di vê rewşa hessas de ev cîhêrengiya zimanî, ya ku dewlemendî û hêza me ye, dikare li dijî Kurdan jî were bikaranîn. Ji ber wê ye ku ji dêleva kûrtirkirina cudahiyên Kurdan, divê mirov bi hewldanên maqûl bikeve nava tevgerên nêzîkkirina Kurdan û li rêyên parastin û bihevrejiyîna wan bigere. Her bi vê armancê ve, van demên dawîn li Başûr û Bakura Kurdistanê, du konferansên berfireh hatin lidarxistin ku zêdetir ji 400 akademîsyen, lêkolîner, pispor û mamosteyên zimanî beşdarî wan bûn. Di wan konferansan de nîqaşên berfireh hatin kirin, ji bo parastina yekîtiya neteweyî li rêyên bihevrejiyîna zarava û alfabeyan hate gerîn û di vê rêyê de hin pêşniyarên rastbîn li rayedarên civaka kurdî hatin kirin. Digel van hewldanên çareseriyê jî, hin derdorên ku bi motivasyonên siyasî ve tev digerin û tim nîşan dane ku li dijî lêgerînên çareseriyê ne, hê jî bi israr dixwazin bi tenê alfabeya aramî/erebî li Başûra Kurdistanê bidin fermîkirin û di bin navê « Yekîtiya zimanî » de binve binve zaraveyekî li ser xelkê me yê zaravayên din bidin sepandin. Hefteya bihurî daxuyaniyek li ser navê hin nivîskar û ronakbîrên kurd hate çapkirin ku xwe weke « Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî » dane naskirin û tê de, bi zimanekî tund, provokatîf û piçûkxistinê, argumentên çewt û pûç li dijî alfabeyên kurdî yên din hatine bikaranîn. Di daxuyaniya behskirî de herweha heqaret li zêdetir ji 400 lêkolîner, nivîskar, zimannas û ronakbîrên kurd hatiye kirin ku ji her parçe û beş û bîr û baweriyên civaka Kurdan bûn, bi dilxwaziyeke kurdewarî ya zanistî li Hewlêr û Amedê beşdarî wan herdu konferansên zimanî bûbûn û li rêyên bihevrejiyîna « hemû Kurdan » geriyabûn. Di daxuyaniya « Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî » de behsa çareseriyên li gora her beşekî Kurdistanê tê kirin ku em vê helwêstê weke daxwaza dabeşkirina Kurdan û weke daxwaza sepandina zaravayekî li ser yên din dinirxînin. Em jî dixwazin bi vî awayî nerazîbûna xwe ya li hember wê helwêstê û wê şêwazê û wan heqaretên kirî bi raya giştî ve bidin zanîn û balê bikişînin ser ku her tevger û hewldaneke ku bide pey sepandina zaravayekî li ser zaravayên din û alfabeyekê li ser alfabeyên din, alîkariya neyarên Kurdan dikin ku dixwazin Kurdan parçe bikin. Em di wê baweriyê de ne ku hewldanên mîna daxuyaniya « Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî » li hember yekîtiya bîr û civak û çand û bi giştî li hember yekîtiya gelê kurd xeteriyeke mezin e û tovên xirabiyê di nava xwe de vedihewîne. Jakobenizma ku ji zû ve têk çûye di vê rewşa gelê kurd û di vê pêvajoya siyasî ya hessas de « xeyrî ciddî » ye û esasen ev helwêst bi xwe « lîstina bi agirî » ye. Insiyatîfeke bi vî rengî ku xwe weke « Grûpa Parastina Zimanê Kurdî » dide naskirin, gelo dê bi vê şêwazê û bi vê helwêstê çawa bikare zimanê kurdî biparêze ?! Bê guman, alfabe ne armanc e, lê alavek e ji bo pêkanîna armanca rastnivîsandin û derbirîna dengên zimanekî. Ji ber vê sedemê, alfabeyek dikare di pêvajoya pêşketina xwe de gellek caran ji bo baştir guncîna dengên wî zimanî were guhertin an jî adaptekirin. Alfabeya kurdî-erebî bi xwe nimûneya vê yekê ye û gellek caran hatiye guhertin. Digel vê jî, li ser ruyê dunyayê tu alfabe nînin ku bikarin hemû dengên zimanekî nîşan bidin. Beşekî mezin yê gelê kurd şiklekî alfabeyekê kiriye malê xwe û pê nivîsandiye û dinivîsîne. Lewre, munaqaşeyên li ser kurdbûna alfabeya kurdî-latînî yên bi vî rengî nikarin werin qebûlkirin. Herweha, di daxuyaniya « Grûpa Inîsyatîfa ji bo Parastina Zimanê Kurdî » de hatiye gotin ku « Em tekît dikin ku em bi tu awayî dîtina xwe li ser tu kesî nasepînin û zimanvan û kurdîzanên Kurdistana Bakur bi xwe dikarin di vî warî de biryarê bidin », lê di heman belavokê de xwediyên însiyatîfê diyar kirine ku « Guherandina alfabeya kurdî bi ya latînî yan hizirkirina bikaranîna du cureyên alfabeyan di beşên Kurdistana Rojhilat û Başûr de ji me re xeta sor e … » Ev helwêst « parçekirina coxrafya û hiş û bîra kurd û Kurdistanê ye » û herweha « xwesepandina » li ser gelê kurd li Rojhilat û li Başûr e û ev kar nakeve berê tu kesî ! Bi ya me, pirzaravayî û pirçandî û piralfabeyî li hember yekîtiya neteweyî nabin asteng û divê ev taybetmendiyên civaka kurdî weke dewlemendiyên wê û weke hêza wê werin pejirandin û parastin. Kom û qewm û netewe bi biryar û hêvî û daxwazên hevpar tên avakirin, ne li ser wê ku herkes heman kirasî bi heman rengî li xwe bike. Ji ber van sedem û hessasiyetên civaka kurdî, em bangê li hemû alî, dezgeh, rêxistin, partî, kes û rayedarên civaka kurdî dikin ku xema me ya bingehîn divê li ser yekkirina civaka kurdî be, ne dabeşkirina wê. Em deklarasyonên herdu Konferansên Zimanî yên Hewlêr [Îlon 2011] û Amedê [Adar 2012] maqûl dibînin û dibêjin ku li şûna ziman û reftara êrîşkar, pêwîst e ku di nav diyalogeke germ de nîqaşên zanistî werin kirin, da ku mirov ji hevdu fahm bike, pirsgirêkên xwe bi hemû aliyên wan ve baş binase û ji bo « hemû Kurdan », ne ji bo beşekî bi tenê, bi metodên zanistî li rêyên maqûl yên çareseriyê bigere. 01. 10. 2012 Ji bo agahî û peywendiyê : bangakurdi@gmail.com Kesên ku ev daxuyanî îmze kiriye û piştgirî dayiyê (li gora rêza alfabetîk ya navan) Dr. Abdilwehab Xalid Mûsa  Abdulganî Demîrel Abdulkadîr Ulumaskan Adil Baran Adil Şakir Obeyd Adnan Abdulrehman Afrasiab Gramî Dr. Afrasiab Shekofteh Agît Xelef Ahmet Aliş Ahmet Gulabî Dere Ahmet Irmak Ahmet Kanî Ali Atalan Ali Bayram Amanc Meqamî Amed Qehreman Amed Tigrîs Amîn Chireh Ara Elî  Aram Yosif Arez Andaryarî Dr. Arif Hîto           Aslîka Qadir Aştî Germavî            Avşîn Ay Aydin Dere Ayhanê Bêrtî Ayşe Navruz Azad Alî Azad Efrîn Azad Kurdî Azad Makûyî Azad Şîlanî Azad Temel Azad Zal Azîz Aliş B. Welatevîn Baban Seqizî Dr. Bahiez Omer Ehmed Dr. Bahrooz Chamanara Bariyê Bela Bayram Ayaz Bedel Boselî Bedran Hikmet Dr. Behrûz Şucaî Berfîn Aydogan Berken Bereh Dr. Beyan Ehmed Huseyn Bêrîvan Muhemed Şerîf        Bêrîvan Yosif Ebdulla Bîlge Sumer Bîrgul Gencer Bîrgul Ozbariş Arda Burhan Zoroglu Bûbê Eser Cefer Husênpûr Dr. Cefer Şeyxulîslamî Cemal Onursal Cemîl Demîrcan Cercur Cengîz Çetîn Kevir Çeto Omerî Dr. Cewher Mustefa Omer Chiman Badrî Cîhan Yildirim Cimoyê Merûf Cîn Hekîm Mûsa Ciwan Tengezar Ciwanmerd Kulek Çiya Mazî Demhat Dêrikî Demsal Can Dersîm Oremar Dersîm Tekes Derwêş M. Ferho Dr. Derwêş Yosif Hesen Derya Yilmaz Dijwar Ruşdî Dr. Dilawer Bozo Mîkaîl Dilawer Zeraq Dîlber Hêma Dilbirîn Ebdulla Elî                           Dilbixwîn Dara Dildar Mirad Dilêr Zaxoyî Dilşa Yûsiv Dilşad Mutî Dilşêr Bêwar Dilxwaz Refiet Muhemed Elî Dîno Xorasanî Diyar Bohtî Diyar Ebdulkerîm Seîd  Dûrzan Cîrano       Dr. Ebdî Hacî muhemed                  Ebdulkerîm Mustefa Dr. Ebdulla Ezîz Muhemed Ebdulqadir Norî                                      Ebdulselam Necimeldîn                 Dr. Ebdulsemed îslam                     Dr. Ebo Obeyd Ebdulla Ziyab Edîp Polat Egît Xelef Ehmed Balayî Ehmed Ebdulla Casim                                   Ehmed Ebdulla Zero                                      Dr. Ehmed Elî Hesen Dr. Ehmed Heyder Seger Ehmed Hoseyn Zawîtey      Ehmed Yasîn Ehmed                         Ekrem Altin Dr. Elî Rehmetî Emîn Akbaş Emîn Ebdulqadir Omer                         Emîn Narozî Enwer Muhemed Hoseyn    Enwer Soltanî Erdal Er Eskender Ceferî Eskerê Boyîk Evdile Koçer Evîn Aksoy Evîn Kiliçarslan Eyad Şêx Hesen Eyhan Ceifer Muhemed Tahir Eyob Remedan Fetah  Eyup Guven Dr. Fadil Heyder Xodêda Fatma Savci Faxir Berwarî Faxr Omer Muhemed                   Fehim Işik Fehmî Balayî Dr. Felat Dilgeş Felek Baran Feratê Dengizî Fêrgîn Melîk Aykoç Ferhad Ebdulla Dr. Ferhad Hacî Eboş Ferhad Muhemed Ehmed Ferîde Akturan Fesîh Seseogullari Fettah Timar Fevzî Ozmen Fexredîn Amediyan Feysel Dilêr Firat Kelehkî Fuad Fattahî Fuat Brûsk Gernas Amedî Golî Shadkam Goran Candan Guhdar îsmaîl       Gulşana Mûsayê Beşkî Dr. Gundî Dilberz Hadî Serdar Kilinçaslan Hadi Turk Hakim Zeyrek Hakki Çoban Hamid Omerî Hamîde Akbayir Harûn Demîrkan Haydar Diljen Haydar Işik Hecî Mişo Heso             Hejar Kemal Hejarê Şamil Hekîm Ebdulla         Dr. Hekîm Ebdulreman Zubeyr Helîme Xorşîd Ebdulla Dr. Hesenê Evdî Hesen Huseyin Deniz Hesen Qazî Hesen Silêvanî Hesenê Dewrêş Hesenê Hecî Silêman Heval Ehmed Huseyn Dr. Heznî Haco Hêdî Gomeyî Hêvî Berwarî Hilbîn Muhemed Ehmed Hişyar Kêstey Hizirvan Ebdulla    Hîvî Sebrî Cemîl Hîvî Seîd Hîwa Massîh E. Hogir Berbir Hoşeng Osê Hoseyn Osman         Hozan Emîn           Hozanê Bengî Dr. Hozan Silêman Mîrxan Huda Ebdulqadir Husein Muhammed Huseyin Alataş Huseyin Kartal Huseyin Turhalli Huseyin Zoro Îbrahîm Dêrgjnîkî          Dr. Îbrahîm Seydo Aydogan Îbrahîm Xişman Hesam Îlhamî Sîdar Îlias Arian Îlyas Suvagci Dr. Îmad Weysî Xalid Înan Eroglu Îrfan Babaoglu Îsa Tûran Îsmaîl Dîndar Îsmaîl Hoseynpûr Îsmaîl Silêman Hacanî     Dr. Îsmaîl Xelîl Îsmet Hecî îbrahîm Îsmet Topal Îzeet Silêman Jahangîr Abdollahî Jîrwan Seîd Hacî                           Jivan Noiman Hecî Jiyar Sedîq Dr. Kamiran Haj Abdo Dr. Kamîran Ebdulsemed Ehmed Kamîran Haco Dr. Kamran Amînawe Kamîran Mişextî                               Kamîran Reşîd Berwarî  Kamran Dalir Kamran Simo Hedilî Dr. Kamûran Berwarî Karîn Zakaria Karo Mishtexî Karwan Emînur Kawa Nemir Kejan Mehr Dr. Kerevan Muhemed Ehmed Keser Yasîn Muhemed Kewşen Herî Keya Îzol Kiymet Çelîk Konê Reş Kovan Xanikî         Kurdo Muhammadî Kutbettîn Ozer Lal Laleş Latîf Dalir Lerzan Jandîl Leylî Hessanpour Dr. Lezgîn Evdilrehmanî Lokman Ayebe Lokman Polat Dr. Luqman Guldivê M. Îhsan Kandemîr M. Malmîsanij M. Sadiq Warlî M. Saît Alpaslan M. Şefîq Oncu Macîde Senem Çamlibel Madîna Mustefaeva Mahdî Salih Mahir Aydin Mahîr Taha Mahmoud Azîzî Mahmud Akbayir Mahmud Kilinç Mahmûd Onder Mahmût Aydin Mahsûm Çîçek Mansour Shamsipor Marwan Nabo Mecîd Heso Mecîd Rajanî Medenî Ferho Mehabad Felat Arda Mehdî Caferzadeh Mehdî Salih            Mehmet Ava Mehmet Çîçek Mehmet Ekinci Mehmet Yildiz Meral Aydogan Meral Varişli Mesod Cemîl Reşîd Dr. Mêvan Arif Ebdulrehman Miheme Çelîk Mihemed Jiyan Miradê Gundikî Mîran Janbar Mîrhem Yîgît Mistefa Şahîn Mistefa Uzun Mizgîn Muhemed Hesen Mohsin Qoçan                                                   Dr. Mohsin Salih Etroşî Muhemed Ebdulla     Muhemed Şîn Sînî Dr. Muhsin Arif Salih                        Mulkiye Birtane Munzur Çem Murat Kiliç Murat Satik Muslum Yigit Mustafa Borak Mustafa Gazî Mustafa Kaplan Mustefa Ehmed Muhemed Mustefa Hîro Mustefa Mustefa Reşîd Muzaffer Demiralp Muzaffer Ozgur Dr. Nadim Yonis Osman Nasihê Kêsteyî Nazîf Mayî Necîbe Qeredaxî Necla Baran Nedim Baran Nesîmî Yaman Nevîn Baykal Newaf Mîro Newroz Bawer Nezîr Akat Nezîr Kaya Nezîr Silo Nijyar Mîrza Nishan Bamernî Nisrîn Ehmed Nizar Eyob Golî                              Nizar Selman Tahir                        Nîbar Bedîi Nîhatê Agirî Nîhayet Muhemed Salih              Nîmetulla Hamid Nihêlî    Nûrî Çelîk Omer Faruk Baran Omer Ozaydin Perwîn Reof Hadî Prof. Dr. Fewziye Yonis Fetah Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev Prof. Dr. Mehmedê Misto Prof. Dr. Zirar Sedîq Tufîq Qasim Çire Receb Dildar Remedan  Îsa                                                   Remedan Hecî Qadir           Remzî Kerîm Dr. Renc Muhemed Norî                        Dr. Resûl Başirov Reşad Sorgul Rêber Ceifer Rêbwar Reşîd Rêsan Hesen Cindî        Rêzan Demîr Rêzan Şivan Îsif Riza Dinç Riza Nayf Ebdulqadir Robîn Reşvan Rodî Zinar Rohat Mîran Rojan Hazim Ronayî Onen  Ronî Alasor Ronî Hartmann Ronî Stêrk Roşan Lezgîn Roşeng Rojbîr Rûkiye Ozmen Sabah Osman Mustafa Sabîha Diljen Sadedîn Çira Sadûllah Ogurce Saeed Jafarî Saît Keskîn Salar Ebdulkerîm Findî Salih Muhemed Hesen Salihê Kevirbirî Samî Tan Sara Anter Sedîq Hamid     Sedîq Hecî Welî Berwarî      Seîd Mîrzayî Nîya Dr. Selah Muhemed Selîm Selah Khidir Selam Balay                 Selîm Hesen Selwa Ferîq  Salih           Selwa Gulî Semedar Salim Mecîd Semra Arslan Semra Guçlu Serdar Bozan Serdar Erdogan Serhad B. Rênas Serhad Bapîr Serhat Bozan Serkan Birûsk Sevîl Kara Seydo Rênas Aydogan Seyfettin Kayro Seyîdxan Kurij Sezgîn Dînç Shahin B. Soreklî Siddîq Bozarslan Sidqî Hirorî Silêman îsmaîl Receb Sinan Dilek Siûd Kîkî Sîawesh Gouzerdî Sîdar Jîr Sînan Yilmaz Sîpan Hesen Elî Dr. Soiad Hesen Cuwad Solîn Rojhilatî Stêr E. Neco Suleiman Sulevanî Suzan Samanci Şehla Debaxî Şemal Mîrza Şengul Ogur Şerefxan Cizîrî Şerîf Kan Şermîn Bozarslan Şeyhmus Olmez Şeyhmus Ozzengîn Şêx Remazan Seyidov Şêxmûs Sefer Şilêr Nayf Emîn Şirivan Ozdemir Şivan Bîbo Derwêş Şivan Cercîs Ebdulrehman                    Şivan Elî Hecî Adem Tovî Şivan Muhemed Xalid Şivan Mustafa Şivan Qasim Hesen                                Şivan Tewfq  Hecî       Şivan Zahir Ebdulla Şîlan Yonis Muhemed       Şoreş Reşî Şoreşvan Adil Ehmed        Taban Sakaya Tehsîn Navişkî          Têmûrê Xelîl Tosinê Reşîd Ulfiye Ozcan Umran Aran Veysî Altay Viyan îbrahîm Elî Watkîs Msîs Serkîsîyan Welat Dilken Welat Roj Weysel Turhan Xakî Bîngol Xalid Ebdulqadir Silêman Xalid Ehmed Xalid Xalid Hosên                                                       Xalîde Selman îbrahîm Xebat Şakir Xelîl Dihokî Xizan Şîlan Xoşnav Cemîl            Xurşîd Kaplan Xusro Abdollahî Yado Ciwan Yaqob Tilermenî Yasîn Hisên Yeko Ardil Yildiz Çakar Yosif Hoseyn           Yusuf Bilgiç Zahîde Aydogan Dr. Zahîde Muhemed Tahir Zana Farqînî Zelal Ekinci Dr. Zelîha Aktaş Dr. Zerdeşt Haco Zinar Ebdulselam Ebdulhekîm Zinarê Xamo Zindan Fîdanci Ziya Avci Zozan Sadiq