Li Bedlîsê li dijî wesayîta polîsan êrîş 03:59 08.10.2012 Li ser riya bejayî ya Bedlîs-Amedê li dijî wesayîta polîsan êrîşa çekdarî pêk hat. Li gorî agahiyan, şevê din saet di 21.30'an li ser riya bejayî ya Bedlîs-Amedê li dijî wesayîta polîsan êrîşa çekdarî pêk hat. Di encam êrîşê de di wesayîta polîsan de zirara madî pêk hat û hate hînbûn ku di êrîşê de tu kesî jiyana xwe ji dest nedan û birîndarnabûn. Di dema êrîşê de welatiyê navê wî nehate zanîn sivik birîndar bû. Piştî êrîşê li herêmê operasyon hate destpêkirin. (bd)