8 kurd hatin kuştin 04:47 13.10.2012 Roja 11’ê cotmehê, dema ku wesayitek rêwî dibirin Libnanê, rastî êrşîekê hat û di encamê de 8 Kurdên ji Efrînê bûn jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku di 11’ê cotmehê wesayita ku rêwî dibir Libnanê di rê de li rastî êrîşa çekdarî hat û di encamê de 8 Kurdên ji navçeya Şiyê ya Efrînê jiyana xwe ji dest dan.. Şahidên bûyerê yên agahî dan ANF’ê û ragihandin ku otomobîl rastî êrîşa komeke çekdar a ne diyar hatiye û di encama êrîşê de 8 Kurdan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn. Ji kesên ku jiyana xwe ji dest dan, nasnameya 4'an weha ye: Aslan Hesen Hemşo, Ehmed Hisên Qosî, Hisên Çita û Mihemed Musa. LI HELEBÊ KURDEK DIN HATE KUŞTIN Di 10’ê cotmehê de jî li herêma Ramûse ya Helebê, di encama şerê di navbera Artêşa rejîma Sûriye û Artêşa Sûriyeya Azad de, Kurdê bi navê Ehmed û Nebî di rê de dimeşiya, gulle lê ket û jiyana xwe ji dest da. Ehmed Nebî weke deh bi hezaran Kurd, ji bo debara xwe ya jiyanê bike li bajarê Helebê kar dikir. ANF NEWS AGENCY