13 girtiyên din dest bi gireva birçîbûnê kirin 05:42 13.10.2012 10 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Boluyê daxuyandin ku ew îro dest bi çalakiya gireva birçîbûnê dikin. Li Girtîgeha Tîpa E ya Çankirinê jî 3 girtiyan daxuyand ku wan dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kir. Hate zanîn ku 10 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Boluyê jî biryara tevlî çalakiya gireva birçîbûnê ya di 12'yê îlonê de bi armanca şertên tenduristî, ewlehî û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate destpêkirin, bibin girtin û hate ragihandin ku îro dest bi çalakiya gireva birçîbûnê dikin. Li Girtîgeha Tîpa E ya Çankirinê jî 3 girtiyan bi heman armancê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin. Girtiyên bi navê Kader Îdîn, Mahmut Balkaş û Rojhat Ozkan bi riya malbatên xwe daxuyanî dan anîn ziman ku duh dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin. (bd)