Greva birçîbûnê di rojeva Parlementoya Swêdê de ye 03:34 19.10.2012 Mûrat Kuseyrî Stockholm - Greva birçîbûnê ya ku ji aliyê bi hezaran girtiyan ve di girtîgehên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyey hatiye destpêkirin digihe astek krîtîk. Nerazîbûnek li hemberî xemsarî û bêdengiya hukûmeta AKP’ê ya li hemberî grevê ji Swêdê hat. Parlementera Partiya Çepgir a Swêdê Amineh Kakabaveh pêşniyarpirsek têkildarê rewşa krîtîk a girityan de pêşkêşê Parlementoya Swêdê kir. Kakabaveh xwest ji bo pêşîlêgirtina mirinan û pirsgirêka Kurd bi rêyên aşitiyane çareser bibe, divê hukûmeta Swêdê bikeve hewldanan Di pêşnûmeyê de tê xwestin ku Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt bersivê bide pirsan û di pêşniyarpirsê de tê diyarkirin ku tevî 9 jinan, gitiyan bi daxwaza perwerde û parastina zimanê zimakîji 12’ê Îlonê ve li Amedê dest bi greva birçîbûnê kirine û 15’ê cotmehê ve jî girtiyên di girtîgehên din de jî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor kirine. Kakabaveh destnîşan kir ku her çendî rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de gihiştiye astek krîtîk lê çapemeniya Tirk û biyanî cih nade veê yekê û ji raya giştî re ranegihandiye. Di pêşniyarpirsê de hate diyarkirin ku ger mirin pêk bê, dê nakokiyên li Tirkiyeyê kûrtir bibin û şer dê dijwartir bibe. JI BO GELÊ SWÊDÊ BANG Kakabahev der barê mijarê de bersiv da pirsên me û diyar kir ku divê êdî dewleta Tirk dawî li zext û komkujiyên li hemberî Krudan bîne. Kakabahe da zanîn ku şerê 30 sal in berdewam dike nîşan da ku prisgirêka Kurd bi çekan nayê çewitandin û bang li hukûmeta AKP’ê kir ku dest ji polîtîkayên xwe yên înkarker berde û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi nunrên Kurdan re rûne. Kakabeh bang li gelê Swêdê jî kir ku bikevin nava tevgerê. ANF NEWS AGENCY