Li Helebê ciwanek Kurd hate kuştin 06:19 01.11.2012 Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, duh di saetên danê nîvro de, li taxa Siryan a Helebê ciwanê Kurd ê bi navê Ebdulrehîm Hekî li rastî gulebaranê hat û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Hate diyarkirin ku 3 kesên din jî birîndar bûn. Hate zanîn ku Hemkî bavê 3 zarokan e û ji gundê Eynidarê yê Efrînê ye û sala 1980’ê ji dayik bûye. ANF NEWS AGENCY