"Herêma Kurdistanê Di Bin Bandora Tirkan De Ye" 08:09 06.01.2011 Rojnameya DYA, New York Times ku xwedî tîrajek bilind û baş e, diyar kir ku “Tirkiye bi riya têkiliyên aborî, çandî, perwerdeyî, şênî û hêza xwe ya nerm li Iraqê zêde dike”. Rojnameyê bal kişand ku Tirkiye bi ‘îmaja xwe ya xurt û çanda popê’li Herêma Kurdistanê bi bandor e. Nûçe-şîroveya bi îmzeya Anthony Shadid di rûpela yekem a rojnameyê de cih girt. Şadid kiryarên li Başûrê Kurdistanê nirxand, diyar kir ku DYA di dema dagirkirina Iraqê de herî kêm 4 hezar û 400 windahî dan, lê Tirkiye hêza xwe ya nerm li Iraqê bikar tîne. Şadid angaşt ku “Her çendî bandora Tirkiyeyê ya li ser bakûrê Iraq û herêmên din ên Iraqê ne bi qasî ya Iraq û Îranê kûr be, lê ji wana mezintir e” û cih da nêrînên dîplomatên Tirk ên li Iraqê jî. Li gor rojnameyê Balyozê Besrayê Alî Riza Coşkun angaşt ku “ Em li vê derê bi awayek dilxweş têne pêşwazîkirin”, Balyozê Hewlêrê jî Aydin Selcen jî got “Kes naxwaze beşek ji Iraqê werbigire. Em ê bi riyan, riyên hesin, gaza xwezayî û petrolê re bibin yek. Wê li herdu aliyên sînor rê li ber mal û mirovan bê vekirin”. Rojnameyê destnîşan kir ku şêniya Tirk a li Iraqê ji Zaxo heta, Bexda û Besrayê berfireh dibe û wiha diyar kir; “Tirkiyeya ku berê Bakurê Iraqê ji xwe re wek gef didît, di van demên dawî dest bi têkiliyek ku wek biratiyê dikare bê binavkirin, kir.” DI ROJÊ DE HEZAR Û 500 QEMYON DERBAZ DIBIN Di nûçeyê de tê gotin ku di rojekê de hezar û 500 qemyon ji sînorên herdu welatan derbas dibin. Herwiha hat diyarkirn ku malê Tirkiyeyê dikanên Başûrê Kurdistanê dagirtiye. Rojnameyê da diyarkirin ku bazirganiya di navbera Tirkiye û Iraqê de di sala 2010 gihiştiye 6 milyar dolar û ev jimar du qatê bazirganiya di sala 2008 de ye. NYT’yê di nûeçeya xwe de cih da kiryarên bazirganî stranbêj û karsaz Îbrahîm Tatlises jî û balê dikişîne li ser projeya avakirina sed hezar vîla û apartmanan ya Tatlise û karsasê Kurd Ruştî Said. Di nûçeyê de hat gotin ku 700 şîrketên Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê hene û ev jî ji siyan du yê hemû şîrketên biyanî ye. Herwiha hat diyarkirin ku rojane herî kêm 300 vîze li balyozxaneya Tirk a li Hewlêrê tê dayîn. Herwiha bal kişand li ser dibistanên Tirk ên Başûrê Kurdistanê. HERÊMEK WEK SÎNORÊ AMERÎKA-MEKSÎKA Şadid di nivîsa xwe de diyar kir ku behsa wê yekê tê kirin rayedarên Tirk dixwazin li ser sînor herêmek wek a li ser sînorê Amerîka-Meksîka avabikin. Li gor rojnameyê, rayedarên Kurd, ji Îranê zêdetir, rê didin Tirkiyeyê û di nivîsê de; “Rayedarên Kurd dibêjin ku ew ne li dijî berjewendiyên Tirkiyeyê yên li herêma me ne.” NYT bal kişand ku aliyek din ku wek ‘surprîzê’ bi nav kir, “ çanda pop û îmaja xurt a Tirkiyeyê ye” û bal kişand li ser rêzefilmên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê têne temaşekirin. Hat diyarkirn ku Tirkiye jî dixwaze berovajiyê Îran û DYA’yê bi hemû derdorên Iraqê re têkiliyan deyne. ANF NEWS AGENCY