HPG’ê bîlançoya şer a cotmehê aşkere kir 01:55 03.11.2012 Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê (HPG-NÇR) bîlançoya şer a meha cotmeha 2012 bi raya giştî re parve kir. Li gorî bîlançoyê, di cotmehê de 250 leşker, 20 polîs û 3 cerdevan hatin kuştin û 45 gerîlayan jî jiyana xwe ji dest dan. Di bîlançoyê de hate diyarkirin ku artêşa Tirk 46 operasyon li dar xist û gerîlayan li hemberî operasyonên artêşa Tirk 148 çalakî pêk anîn. Li gorî bîlançoya şer a meha cotmeha 2012 ya ku ji aliyê HPG’ê ve hate aşkerekirin, tê dîtin ku serwerhiya gerîlayan a li herêmê berdewam dike. Lige guherîna şert û mercên demsalan û operasyonên berfireh ên artêşa Tirk, gerîlayan 148 çalakî li dar xistin. Li hemberî vê jî artêşa Tirk 46 operasyon pêk anî. Bîlançoya şer a cotmeha 2012 ya ji aliyê Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ve hate aşkerekirin wiha ye: “Operasyonên bejahî yên ji aliyê artêşa dagirker a tirk hatiye lidarxistin: 46 Êrîşên hewayî yên ji aliyê artêşa dagirker a tirk hatiye lidarxistin: 27 Êrîşên kobrayan yên ji aliyê artêşa dagirker a tirk hatiye lidarxistin: 23 Êrîşên top û tankan ên ji aliyê artêşa dagirker a tirk hatiye lidarxistin: 66 Pevçûnên di encama operasyonan de qewimiye: 27 Çalakiyên ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lidarxistin: 148 Pevçûn û çalakiyên encamên wan ji aliyên me ve nehatiye zelalkirin: 59 Leşkerên dijmin ên hatiye kuştin (yên hatiye tespît kirin): 273 (20 jê polîs, 3 cerdewan) Hejmara birîndarê dijmin (yên hatiye tespîtkirin): 97 (20 jê polîs) Helîkoptera skorskyê ya hatiye xistin: 1 Helîkoptera skorskyê ya hatiye derbekirin: 6 Helîkoptera kobra yên hatiye derbekirin: 2 Teçxîzatê dijmin ên hatiye tunekirin: 6 wesayitên zirxî, 4 daggeyigî, 3 wesayitên jamer ê sînyalan tevlihev dike, 2 tank, 1 panzêr, 2 wesayita akrep, 2 wesayitên reo, 1 wesayita kîrpî, çekek otomatîk a BKC, cîhazeke termal, 2 qutî fîşekên A6 Teçxîzatên hatiye derbekirin: 7 wesayitên zirxî, 6 wesayitên akrep, 4 reo, 2 tank, 2 dozer, 1 daggeyigi, 1 wesayita jamer a sînyalan tevlihev dike, wesayiteke kîrmî, konteynirek Teçxîzatên dijmin ên hatiye desteserkirin: Çekek otomatîk a giran A6 li gel 100 fîşekên xwe û lûleyeke xwe ya yedek, çekek melez a HK33 li gel 20 fîşekên xwe û 20 cercorên xwe, çekek G3 li gel 20 fîşekên xwe, çekek qilêşê li gel 90 fîşek û 3 cercorên xwe, 2 tebance, dûrbîneke nîcon, 2 êlêkê êrîşê, 3 cîhaze bîçuk, 3 rext, 2 çente, kompîterek, barandankek, 3 telefon, 2 nasnameyên leşkeran, 63 funyeyên elektrîk Wesayitên bi xebatên bi armanca leşkerî hatine bikaranîn ên hatine tunekirin: 12 TIR, 7 kepçe, 6 kamyon, 4 wesayit, 4 pîkap, 3 dozer, 3 wesayitên kevirşikêr, 3 wesayitên kunkirinê, 2 transit, 1 otobus, 55 telefon, 15 cîhazên biçûk Girtin û binçavkirinên ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kirin: 39 Gerîlayên me yê şehîd ketine: 45” ANF NEWS AGENCY