Polîsa li ber Ofîsa Serokwezîr mudaxele li ÎHD'iyan kir 12:03 14.11.2012 Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi armanca bertekê nîşanî hikûmet û serokwezîr ê ku li hemberî çalakiya greva birçîbûnê bêdeng in xwestin li ber Ofîsa Serokwezîr a Dolmabahçeyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê lê polîsan mudaxele li komê kir. Polîsan destûr neda ÎHD'î daxuyaniyê bidin. Li ser vê yekê ÎHD'iyan dest bi çalakiya rûniştinê kirin û polîsan mudaxele li ÎHD'iyan kir. Di mudaxeleyê de di nav de Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD'ê Riza Dalkiliç û Serokê Şaxa ÎHD'ê yê ÎHD'ê yê Stenbolê Umît Efe jî heyî 7 ÎHD'î bi zorê hatin binçavkirin. ÎHD'iyên hatin binçavkirin slogana "zext me bêzarnakin" berz kirin. DİHA