Kurd 1 dawî li weşana xwe tîne 05:55 15.12.2012 Kanala Kurdî ya Kurd 1 ku ji Parîsê weşanê dike ji ber sedemên aboriyê dawî li weşana xwe tîne. Rêveberiya Kurd 1 li ser rûpela xwe ya Facebookê peyamek weşand û got: “Temaşevanên hêja, ji ber sedemên aborîyê, Kurd1 dê di dawiya salê de weşana xwe rawestîne.” Kanala Kurd 1 ku ji Franseyê li ser peykê weşana xwe dike, sala 2009 dest bi weşana xwe ya asayî kiribû. ANF NEWS AGENCY