'Êrîşên li dijî parastinê hatiye asta bêtehemuliyê' 08:40 16.12.2012 Encamnameya civîna serokên baroyên herêma Ege û Marmarayê tevlîbûn a li Îzmîrê pêk hat hate aşkerakirin. Di encamnameyê de hate diyarkirin ku di civakê de li dijî dad, hiqûq û edaletê her diçe bêbawerî zêde dibe û ev yek gelek taluke ye. Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku di pêvajoya darizandinê de êrîşên li dijî parastin, astengkirina parêzeran hatiya aste bêtehemuliyê. Di encamnameyê de hate bilêvkirin ku parêzer û baro li hemberî bêdad, zilim û zextan serî natewînin. Encamnameya civîna serokên baroyên Denîzlî, Stenbol, Afyon, Aydin, Balikesîr, Bursa, Çanakkale, Edîrne, Îzmîr, Kirklarelî, Manîsa, Mugla, Tekîrdag, Uşak û Yalovayê tevlîbûn a li Îzmîrê pêk hat hate aşkerkirin. Di encamnameyê de hate diyarkirin ku di civînê de êrîş û zextên li ser parêzeran di dema darizandinê de pêk tên hatin bidestgirtin. Di encamnameyê de wiha hate gotin: *Di demên dawî de di civakê de li dijî dad, hiqûq û edaletê her diçe bêbawerî zêde dibe û ev yek gelek taluke ye. Civaka hiqûq û edalet lê tunebe hebûna xwe berdewam nake û pirsgirêkan çareser nake. Dada serbixwe û bêalî, mafê parastinê, mafê darizandina edîl û mafê lêgerîna azadiyê bingeha demokrasiyê ye. * Parêzerê nûnerê parastinê amûrê lêgerîna mafê azadiyê û lêgerîna mafê heq ê gel e. Bi dozger û dadger re heman astê de ye. Êrîşên li dijî parêzerên parastinê dikin li dijî edalet, ewlehiya hiqûq û gel e. Parêzer di pergala edaletê de "aktor" na hêmana sereke ne. *Êrîş, zext û astengiyên li dijî parêzeran êdî hatine asta bêtehmuliyê û ev yek neyên qebûlkirin. Lê bila bêzanîn ku parêzer û baro li hemberî zext, bêhiqûqî û zilmê serî natewîn in û dê her tim bi biryar parastina demokrasî, mafê darizandina edîl û hiqûqê bikin. *Li gorî madeya 67'an a Zagona Parêzeran peywira mafê civakê û parastina hiqûqê hatiye dayîn. Baro li ser vê peyvirê dozên bi armanca parastina hiqûq û mafê welatiyan vedikin û tevlî van dozan dibin. Di demên dawî de li hemberî baroyan karên wê peywirê ji holê rabikin tê kirin ev yek bi guman û diltirs in. *Erîşên li dijî parêzer û baroyan pêk tê jî aliyê kê ve bê bila bê dê li hemberî vê yekê bê rawestandin. * Darizandina Edîl ji bo dadê peywir e, ji bo kes maf e. Hiqûq û edalet ji bo hemû kesî pêvîst e. Baro dê her tim xwedî li mafê darizandina edîl derbikevin. (bd)