Ji Meclisa ciwanan pirtûkxaneya 18'emîn 08:45 24.12.2012 Meclisa Ciwanan Konseya Yerel Gundem 21’ê a amedê du hezar pirtûk berhevkirin û li Dibistana Seretayî ya Sîlvan Gazî pirtûkxaneyek nû vekir… Meclisa Ciwanan a yerel Gundem 21’ê ku ji 2007’an de bi dildarî dixebite  di çarçoveya kampanyaya ‘ li her gundekî pirtûkxaneyek’ de 18’emîn pirtûkxaneya xwe vekir.  Di 2008’an de li Dibisana seretayî ya Silvan Yuzuncu Yilê pirtûkxane ava kir û pirtûkxaneya xwe ya duyemîn jî li dibistan seretayî ya  Gazî vekir. Pirtûkxane bi 2 hezar pirtûkî vebû. Midûrê Perwerdê ya netewî a Farqînê Hejar Salîm  Eskiyecek, berdevkê Meclisa ciwanan a Yerel Gundem 21’ê Ogur Aksoy, midûrê dibistana Gazî Yavuz Ertuna, serokê yekitiya malbatan  a dibistanê Şeyhmus Taniş û dildarên meclisê tevli bûn. Midûrê dibistanê plaket da Meclisa Ciwanan. Berdevkê meclisa ciwanan Aksoy jî axivî û got heta niha 18 pirtûkxane avakirine û got ger ji midûrên dibistana daxwaz bê dê dibistanên bê pirtûkxane nemînin.