Daxuyaniya çar saziyên kurd‏ 07:59 20.01.2011 Bi vê minasbetê li ser pirsa zimanê Kurdî li Kurdistanê û Turkiyê jî sekinîn. Siyaseta Turkiyeyê, Îranê û Suriyeyê  bona hundakirina gelê kurd, ziman û çanda wî, bingeha nekokiya û xemgîniya mezin e. Giring dibînin, bi taybetî destnîşan dikin ku dewleta Turkiyê ji not salî û vir de siyaseteke dijwar ya asîmîlasyonê li ser Kurdan dimeshîne. Di vê pêvajoyê de bi milyonan kes ji Kurdbûnê dûr xist û ev siyaset hê jî berdewam e. Bi milyonan zarokên Kurd her sal bi zimanekî din, Turkî, tên “perwerdekirin”, kovar, rojname, weshanên din tên qedexekirin, nivîskar, rojnamevan û ronakbîrên Kurd tên zîndankirin. Her çar sazî, pishtgiriya xwe li ser xebata gelê Kurd bo fermîbûna zimanê Kurdî di perwerdê û hemû aliyên jiyna civakî de diyar dikin. Em gazî Kurdên li Ewropa dikin, bi teybetî dezgehên Kurdî, ku bi awayekî xurt, hevgirtî û yekdengî pishtgiriya xwe bidin xuyakirin û girîngiya mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî di nav kar û xebata xwe de bikin zimanê bingehî û hemû chalakiyên xwe bi zimanê kurdî pêkbînin. Herweha pêwîst e Yekîtiya Ewropa, UNESCO û dezgehên din yên navneteweyî li vî mafê Kurdan yê bingehîn xwedî derkevin û dijî vê asîmîlasyonê dengê xwe bilind bikin. Wien, 18.01.2011 Hosein Khalighi, Instituta Kurdî ya Stockholmê Prof. Dr. Jalilê Jalil, Instituta Kurdolojî li Wien Memo Shahin, Pro-Humanitate Köln Derwêsh M. Ferho, Enstituya Kurdî ya Brukselê