Li Dîlokê di fabrîkayê de teqîn: 6 mirî 09:15 30.01.2013 Li 4’mîn Herêma Pîşesaziya Organîzeyê ya Dîlokê di fabrîkayekî galvanîzeyê de teqînê rû da. Di teqînê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da. Di fabrîkayekî galvanîzeyê ya li 4’mîn Herêma Pîşesaziya Organîzeyê ya Dîlokê teqînekê rû da. Li gorî agahiyên destpêkê 6 kesan jiyana xwe ji dest da. Piştî teqînê gelek yekîneyên ambulans û îtfayeyê çûne cihê bûyerê. Polîsan li derdora fabrîkayê tedbîrên ewlekariyê girtin, birîndaran bi ambulansan radikin nexweşxaneyên Dîlokê. Sedemê teqînê hêjan nayê zanîn. ANF