Di teqîna li Dîlokê de hêjmara miriyan giha 8’an 09:21 30.01.2013 Di teqîna ji ber buhara di fabrîkaya galvanîzeyê ya li 4’mîn Herêma Pîşesaziya Organîzeyê ya Dîlokê de rû da, hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dan giha 8’an û 15 karker jî birîndar bûn. Şaredarê Dîlokê Asi Guzelbey ragihand ku, di teqîna fabrîkayê de 8 karkeran jiyana xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn. Guzelbey aşkera kir ku, ji 2 kesan jî agahî nayê girtin û got; “Ji bo hêjmara miriyan zêde nebin em duaya dikin.” ANF