1. Konferansa Elewiyên Kurdistanê 06:45 02.02.2013 1’mîn Konferansa Elewiyên Kurdistanê di bin pêşengtiya KCD de îro destpê dike. Dê di konferansê de pirsgirêk, daxwaz, xeta tekoşîna hevpar ya ava bikin ya Elewiyên li Kurdistanê û pêvajoya dîrokî dê were destgirtin. 1’mîn Konferansa Elewiyên Kurdistanê di bin pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û bi piştgiriya Federasyona Elewiyên Demokrat, Komeleya Elewiyên Azad û Demokratîk, Şaxa Amedê ya Komeleya Pîr Sultan Ebdal îro ji bo du rojan destpê dike. Di konferansê de dê hebûna Elewîtiyê di Kurdistanê de ku baweriyekî dîrokî yê kevne pêvajo û pirsgirêkên jiyayî dê bêne nîqaşkirin de, dê pirsgirêk, daxwaz, avakirina tekoşînek hevpar ya Elewiyên li Kurdistanê û her wiha dê pêvajoya dîrokî bêxin rojevê. Elewîtî ku di Rojhilata Navîn de berxwedan û felsefeya gelane, dê di konferansê de balê bikişînin ser sedemên wê yên civakî, dîrokî û baweriyê. Konferansa ku dê gelek pîrên Elewî û nûnerên saziyan dê tevlîbibin programa wê wiha ye: ROJA YEKEMÎN 09.00 Axaftinên Vekirinê: Pîr Gulbang, Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr, Hevserokê KCD Aysel Tûglûk û ji Dîwana Serokatiya KCD Nûrhayat Altûn 10.30 Koka Elewiyan û Pêvajoya Dîrokî. Rûniştina Yekem: Moderator: Adnan Ozdemîr: Beşdarvan: Prof. Dr. Celîlê Celîl, Erdogan Aydin (Dîrokzan) û Necdet Saraç (Dîrokzan) 12.15 Di Elewîtiyê de Ocaktî, Pîrtî, Dayîktî, Îbadet rûniştina duwemîn: Moderator: Engîn Guduk: Huseyîn Gazî Metîn (Pîr), Pîrî Er (Lêkolîner-Yazar) û Dr. Dilşa Denîz 14.30 Di Elewîtiyê de bi zimanê dayîkê îbadet, rê, erkan û ritual rûniştina sêyem: Moderator: Cafer Kolûman: Axaftvan: Hasan Kilavûz (Pîr), Ezîz Guler (Pîr), Zeynel Dede, Performansa Zindî Kirmanckî, Alî Sîzer, Performansa Zindî, Kurmancî. 16.10 Di baweriya Elewî Kizilbaşê de têkiliyên bi Nusayrîtî, Bektaşî, Caferî, Şîatî û Yeresantiyê rûniştina çarem: Kakşar Oremar: Axaftvan: Dr. Golmorad Muradî, Felaketîn Kakeyî (Wezîrê berê yê Çandê yê Başûrê Kurdistanê), Hasan Harmamci (Nivîskar). ROJA DUWEM 10.00 mijara Di demê Komarê de Komkujiyên li ser Elewiyan û texrîbatên çêkirine, rûniştina yekem: Moderator: Dr. Irfan Açikgoz: Axaftvan: Mehmet Bayrak (Lêkolîner-Nivîskar), Erdal Yildirim (Lêkolîner-Nivîskar), Alîkar Doçent Şukru Aslan 11.40 mijara, Di Sererastkirina Makezagonê de cihê Elewîtiyê û Xweseriya Demokratîk, rûniştina duwem: Moderator: Hatîce Altinişik (HDK), Çîlem Oz (Nivîskara Rojnameya Dêrsimê), Demîr Çelîk (Parlementerê BDP’ê yê Mûşê), Ayhan Bîlgen (Rojnamevan) û Abbas Kiliçoglû (Sosyolog). 14.00 Di Yeketiya Netewî de Rolê Elewiyan, rûniştina sêyem: Moderator: Ergîn Dogrû: Axaftvan: Alî Koyluce (FEDA), Kemal Bulbul (PSAK), Îmam Balsever (DOAH), Kîbriye Evren (Endama MP-Meclisa Jinan ya BDP’ê) 15.30 Deklarasyona Encamê û Girtin 16.00 Li Cemxaneya Pîr Sultan merasima cemê