139 mafên zarokan hatin binpêkirin 05:04 03.02.2013 Vakfa Koçberiyê, "Rapora Şopandina Binpêkirina Mafên Zarokan" a meha Çotmeh, Mijdar û Kanûna 2012'an amade kir û aşkere kir. Vakfê diyar kir ku di nava 3 mehên dawiya 2012'an de 25 zarok ketine nava hewldana întîxarê û ji 25 zaran 18 zarokan jiyana xwe ji dest dane. Vakfê anî ziman ku di 3 mehên dawiya salê de 139 mafê zarokan hatiye binpêkirin. Vakfa Alîkriya Mirovan û Koçberiyê (GOÇ Vakfi), xebat, lêkolîn û çavderiyên meha cotmeh, mijdar û kanûna 2012'an kir rapor û amade kir. Vakfa Koçberiyê bi slogana "Temaşe nekin, Zarokan bi zorê nedin zewicandin, întîharên zarokan rawestînin" "Rapora Şopandina Binpêkirina Mafên Zarokan" amede kir û aşkere kir. Li gorî raporê li tevahiya Tirkiyeyê di nava 3 mehên dawiya salê de 25 zarok ketin nava hewldana întîharê û jê 18 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî i giranî birîndar bûn. Vakfê anî ziman ku sazî û rayedarên eleqeder pir sersar nêzî mijarê dibin û ev yek fakarên wan zêde dike. Vakfê da zanîn ku ji 25 kesên întîhar kirin jê 6 heb bûkên zarok bûn û wiha got: "Li Tirkiyeyê rewşa bûkên zarokî pir xirab in. Ev jî nîşaneya îhlala mafê zarokan in. Ji ber ku tedbir nayên girtin mafê zarokan zêde tên binpêkirin. Mafê zarokan ên xalên 6, 3 û 24, ên hêmara 2829'an hatine binpêkirin. Binpêkirina mafên zarokan ên tenduristî, ewlehî û civakî, di heman demê de îhlala peymana Mafên Zarokan a dewletê ye. Dewlet lazime tenduristi, ewlehî biparêze. Vakfê da zanîn ku Komîteya Mafên Zarokan der barê Bûkên Zarokî (yên temenê wan di bin 19 salî re) û întîharên zarokan, di 15'ê Hezîrana 2012'an de têkildarî rûniştina 60'emîn a Rapora Tirkiyeyê de rapora çavderiyê amade kirin û di vê raporê de hem fikarên xwe û hem jî rexne û pêşxniyarên xwe pir zelal û aşkere nivîsandine. 'Dane rastiyan li ber çavan radixe' Vaqfê da zanîn ku rapor û daneyên ku hatine komkirin her tiştî aşkere û vekirî li ber çavan redike û rewşa mafê zarokan aşkere dike. Vakfê da zanîn ku li gorî çavdêrî û raporê mafê ewlehî, tenduristî, perwerdehî, aborî, mafê jiyanê, îşkence, zext û tundiyê tê binpêkirin. Binpêkirina mafan: 139 * Mirin: 79 * Birîndar: 60 * Mafê parastina zarokan: 62 * Zewaca bi zorê ya zû: 13 * Îstismara zayendî: 15 *Amûrkirina metîngeriya zayendî: 5 * Tundî: 6 *Îstismara îhmalê: 23 *Pergala edaleta zarokan: 27 * Binçavkirin: 11 *Girtin: 13 * Ceza: 3 * Mafê perwerdehiyê: 4 *Mafê tenduristiyê: 1 * Îşkence û muameleya xerab: 1 * neparastina li hemberi çekan: 12 (mae)