Qoseriyan li dijî Erdogan kepenk venekirin 05:35 17.02.2013 MERDÎN (DÎHA) - Qoseriyan serdana Erdogan a navçeyê, bi kepenk venekirinê protesto kirin. Serokwezîr Tayyîp Erdogan, dê îro seet 14.00'an de bê navça Merdîn Qoserê. Qoseriyan berî ziyareta Erdogan, neçûn ser kar û dikanê xwe venekirin Li navçê berî ziyaretê bêdengî heye. Polîsan li navçeyê beriya hatina Erdogan her der dorpêç kir. (mç/mae)