Li ser sînor fuzeyan bi cîh dikin!.. 05:54 20.02.2013 Artêşa Tirkiyeyê topên obus û sîstema parastina fuzeyan li navçeya Pirsûs a Rihayê ku dikeve sînor bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, bicîh dike. Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Tirkiyeyê AA’yê, îro ji Fermandariya Tuguya Bizirh a 20’emîn ku li Rihayê ye, gelek wesayîtên leşkerî ku tê de topên obusê û sîstema parastina fuzeyan jî hebûn, birin navçeya Pirsûsê ya Rihayê. Li gorî nûçeyê konvoya leşkerî ji vir jî birine herêma Murşîtpinar li ser sînorê bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ye. Hate gotin ku wesayît û amûrên leşkerî li boluka 6’emîn a 2’yemîn Fermandariya Tabura Hidut hatine bicîhkirin.