Chavez jiyana xwe ji dest da 05:35 06.03.2013 Serok Dewletê Venezuela Hugo Chavez jiyana xwe ji dest da. Serok Dewletê Venezuela yê 58 salî Hugo Chavez ku demek dirêj e bi nexweşiya pençeşêrê ye jiyana xwe ji dest da. Cîgirê Serokdewletê yê Venezuela Nicolas Maduro, li gel gelek kesên siyasî û leşkerî daxuyanî da û diyar kir ku Chavez ji ber nexeşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest daye. Maduro diyar kir ku li paytextê Venezuela Caracasa li Nexweşxaneya Leşkerî dihat dermankirin û ji ber pençeşêra kezebê jiyana xwe ji dest da. (mae)