Ji Pirsusê alîkarî ji bo Rojava 07:44 07.03.2013 Ji Şirnex û navçeyên wê alîkariyên ji bo Rojava yên ji TIRek û 5 kamyonan pêk tê anîn navçeya Pirsusê ya Rihayê û ji wir şandin Deriyê Sînor ê Akçakaleyê. Alîkariyên di çarçoveya kampanyaya Rojava re li Şirnex û navçeyan hatin komkirin bi TIR û 5 kamyonan şandin Pirsusê. Şaredariya Pirsusê di çarçoveya kampanyayê de ar, birinç, şekir, amûrên paqijiyê, meqeren û gelek alavên din bi TIR û 5 kamyonan bi slogan û çepikan ji bo bişînin Kobaniyê anîn Deriyê Sînor ê Akçakaleyê. (bd/mae)