Li Bakur Çiqas Kurd Hene? 06:37 14.03.2013 Hinek dibêjin li Bakurê Kurdistanê 20 milyon, hinek dibêjin 30 milyon kurd hene. Her diçe ev hejmar mezintir dibe. Gelo rastî çi ye? Min demek dirêj e meraq dikir ku li her bajarî çiqas kes li ser nifûsa wir tomarkirî (qeydkirî) ye. Dema mirov vê bizane, ew kesên li ser nifûsa bajêr tomarkirî li kîjan bajarê din bijî jî ne girîng e. Ji bo baştir were famkirin; 13.710.512 kes niha (2012) li Stenbol dijîn. Lê ev hemû ne stenbolî ne, ji bajarên din hene. Ji bo mirov bizane ku çiqas ji van kesan stenbolî ne, divê mirov bizane ku çiqas kes li ser nifûsa Stenbolê tomarkirî ne. Belê ew hejmar jî 2.500.074 e. Yên mayî hemû ji bajarên din çûne Stenbol. Nexwe em li gor vê yekê dikarin bizanin ku li ser bajarên kurdan ên Bakur çiqas kes tomarkirî ne. Hejmarên jêrîn li gor dawiya sala 2012'an rastiya vê yekê nîşan didin. Li ser nifûsa van bajaran ev qas kes tomarkirî ne, lê hemû li van bajaran najîn. Mînak li Rihayê 2.353.899 kes tomarkirî ne, lê îro li Rihayê 1.762. 075 kes dijîn (tevî gundan, hemû). Nexwe îro li Tirkiyeyê 2 milyon û 353.899 rihayî hene. Li bajarên din çend kes li nifûsê tomarkirî ne:      Riha:    2.353.899 Amed:    1.987.923 Dîlok:    1.508.461 Gurgum:    1.447.521 Mêrdîn:    1.424.747 Wan:    1.329.463 Meledî:    1.286.435 Agirî:    1.010.352 Qers:    883.713 Elezîz:    857.615 Muş:    806.485 Bedlîs:    706.728 Sêrt:    695.579 Êlih:    690.590 Şirnex:    570.902 Bîngol:    515.742 îdir:    308.370 Colemêrg:    298.226 Dêrsim:    250.211 Bi giştî li van bajaran 18.932.962 kes li nifûsê tomarkirî ne. Tiştekî din, niha li Kurdistana Bakur 13.106.022 kes dijîn. Li gor vê hejmarê ji xwe 5.826.940 kesên li ser bajarên kurdan tomarkirî îro li bajarên tirkan dijîn. Gelo dibe ku 8 milyon kurd ji bajarên xwe derketibin û 3 milyon kesên ne kurd ketibin van bajaran? Belê, dibe, lê tenê dewlet dikare bizane ku îro çiqas kurd li Kurdistana Bakur çi qas jî li dervê wê dijîn. Tenê, me ev zelal kir ku li ser nifûsa van bajaran evqas kes tomarkirî ne. Li Kurdistana Bakur ji bilî kurdan ereb jî xwedî nifûsek girîng in. Li Riha, Mêrdîn û Sêrtê ereb pir in. Li gor vê yekê nifûsa Bakurê Kurdistanê hemû ev e. Wekî encam nabe ku hejmara kurdan li Bakur ji 20 milyonan zêdetir be. Ev hejmar ji ber asîmîlasyonê dikare 15 milyon be, lê nabe ku 20 milyon be. Nîşe: Me behsa Erzerom, Erzingan û Sêwasê nekir. Çavkanî: TUIK