Li dijî Heftenînê topbaran 07:41 27.03.2013 Artêşa Tirk herêma Heftenîn a ser bi Herêmn Parastinê yên Medyayê topbaran kir. Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê bi daxuyaniyekê aşkere kir: “Di roja 26’ê Adarê de di navbera Saet 12.00 û 13.00'an de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava sînorên herêma Heftenînê de, girên Partizan û Heliz ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye topbarankirin.”