Taxa Şêxmeqsud disa topbarankirin 05:36 31.03.2013 Hate ragihandin ku ji saet 02.00’ê sibehê û vir ve taxa Şêxmeqsud tê topbaran kirin. Di encama topbarana ku didome de gelek kes birîndar bûn û avahî hilweşiyan. Li gorî agahiyên ANHA’yê li Cisrê Ewarib a li destpêka taxa Şêxmeqsud di navbera Artêşa Azad û hêzên rejîmê de pevçûn derketin. Di dema pevçûnê de hêzên rejîmê rojhilat û rojavayê taxa Şêxmeqsud topbaran kirin. Di encama topbarana saet di 02.00’an de dest pê kir û hîn didome de, welatiyên ku birîndar bûne hene û gelek avahî jî hilweşiyan e. Hate ragihandin ku ji ber topbaranê bi sedan kesan dest bi koçberiyê kirin û diçûn bajarên Efrîn, Kobanê û gundên derdorê. Pevçûnên di navbera Artêşa Azad û hêzên rejîmê de didome. Di 29’ê Adarê de jî, piştî ku hinek komên çekdar xwestin bikevin taxa Şêxmeqsud di navbera çekdaran û alîgirên rejîmê de pevçûn derketibûn. Di vê pevçûnê de jî hêzên rejîmê Şêxmeqsud topbaran kiribû. Di encama topbaranê de 4 ji wan zarok 10 welatiyan jiyana xwe ji dest dabû, 60 kes jî birîndar bibûn. (bd)