Ji herêma Oremarê de sewqiyata leşkerî 08:03 02.04.2013 Ji navçeya Geverê ya Colemêrgê ber bi Oremarê ve gelek leşker hatin sewqkirin. Ji navçeya Geverê ya Colemêrgê serê sibê 50 wesayîtên leşkerî yên ji 34'emîn Fermandariya Tugaya Sînor a Geverê derket ber bi herêma Oremarê ve çûn. Ji navçeya Geverê ber bi navçeya Şemzînan ve jî bi dehan wesayîtên sivîl erzaq bir. Li Gever, Şemzînan û Oremarê jî tevgera hewayî berdewam dike. (bd)