Li Colemêrgê sewqîyata tanqan 07:45 30.04.2013 COLEMÊRG (DÎHA) - Nêzî 100 tanqên ku ji aliyê Wanê hatin, di bin tedbîrên mezin de çûn Navçeya Şemzînanê. Li herêmê liv û tevgera helikopteran a zêde jî bal kişad ser xwe. Ji destpêka sala 2013'an û şûnde sewqîyata herî mezin a leşkerî hat Nêzî 100 maşîneyên zirxî yên ji tanqan pêk dihat, ji herêma Wanê ber bi navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ve hatin rêkirin. Li ser rêya Gever, Şemzînan û Rûbarokê tedbîrên gelek mezin hatin girtin û bê naveber helîkopter li ser herêmê çûn û hatin. (mae)