“S-300” yên Rûsî gihiştin Sûriyeyê 06:55 19.05.2013 ANF - Rûsya hejmarek ji fûzayên parastina esmanî “S-300” radestî rejîma Sûriyeyê kir. Çavkaniyên leşkerî û dîblomasî yên Rûsya ragihandin ku, Rûsiya hejmareke fûzayên “S-300” û alavên wê radestî rejîma Sûriyeyê kir. Heman çavkaniyê diyar kir ku, Sûriyeyê di 2 salên dawî de her çar bingehên fûzayan (betariyê) ku di sala 2010’an de li ser lihev kirîbûn wergirtin.