Palmiyeya Zêrîn gihîşt xwediyê xwe 05:12 26.05.2013 Derhênerê Tunusî Abdellatif Kechiche di Festîvala Fîlman a Cannesê de xelata herî mezin Palmiyeya Zêrîn wergirt. Xelatên 66. Festîvala Fîlman a Cannesê ku yek ji çalakiya herî mezin a sînemayê ya cîhanê ye, îşev hatin belavkirin. Xelatên din û xwediyên wan: Lîstikvana herî baş: Berenice Bejo - The Past 

Xelata Mezin a Juriyê: Inside Llewyn Davis (Joel & Ethan Coen) Xelata Juriyê: Like Father, Like Son (Hirokazu Koreeda) 

Senaryoya herî baş: A Touch of Sin - Zhangke Jia 

Derhênerê herî baş: Amat Escalante - Heli 

Lîstikvanê herî baş: Bruce Dern - Nebraska Kameraya zêrîn: Ilo Ilo (Anthony Chen) 

Kurtefîlma herî baş: Safe (Byoung-gon Moon)