Li Wêranşarê şahiyên havînê 08:15 19.07.2013 RIHA (DÎHA) - Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê ji aliyê şaredariyê ve li parqan şahiyê havînê destpêkir. Di çarçoveya bernameyê de wê li gelek parkan fîlm bên nîşandan û bernameyê mûzîkê dê bên pêşkeşkirin. Şaredarîya Wêranşarê biryar girt ku di demsala havînê de di tevahî parqan wê çalakiya sînema û mûzîkê pêk bînîn. Koma Mûzîkê a Navenda Çanda Med yekemîn çalakî li parqa Zeytînlîkê a Taxa Şirnakê û parqa Avukat Kazim Ekîncî a Taxa Yenîşehîrê pêkanî. Dê çalakiya mûzîk û sînemayê wê li tevahî parqên navçeyê bê berdewamkirin. Çalakîyên îşev li parqa Antiyê di saet 21.00 de, fîlma "Siyabend û Xecê" bê dayîn. (my/lg)