Geverî bi klamên dengbêjan rabûn paşîvê 03:58 02.08.2013 COLEMÊRG (DÎHA) - Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Gevera Colemêrgê 'Şeva dengbêjan' li dar xist. Dengbêjên ku tevli şevê bûn şal û şepik, le xwe kirin. şeva dengbêjan ku li bexçeya navenda çandê pêk hat de, ji bilî welatiyan Serokê Navçeya Geverê ya BDP'ê Naîl Durmaz, Şaredarê Geverê Ercan Bora, û Şaredarê berê yê Geverê Rûken Yetîşkîn ku ji pêwira xwe hatibû girtin, rêveberên KURDÎ-DER, KESK, DÎSK û MEYA-DER'ê jî tevli bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên şoreşger, dengbêjên ku tevli şevê bûn klaman vegotin. Di şevê de xebatkarê navendê Mesut Geverî axifî û da zanîn ku di vê pêvajoya krîtîk de ku kurd tê de derbas dibin xwestine bi stranên dengbêjan moralê bidin gel. Dengbêj heta paşîvan stranan vegotin. COLEMÊRG - DÎHA (aw/lg)