Tûra bîsîkletan a Eko Jîn destpê kir 09:11 11.08.2013 DÊRSIM - ANF Kolektîfa Eko Jîn a ji hawirdorparêz û komeleyên xwezayê pêk tê, ji bo balê bikşîne ser kuştina xwezaya Kurdistanê, dest bi tûra bîsîkletan kir. Eko Jîn, ji Mêzgirê dest bi tûra xwe ya bîsîkletan kir. Rawestgeha yekemÎn a endamên Eko Jîn Kovancilar bû. Endamên Eko Jîn, ji bo zerara li ekolojiyê bikin belge, di tevahiya rêya xwe de wêne kişandin û bi gundiyan re pevguhertina bizir kirin. Rawestgeha îro ya tûra Bîsîkletan jî navçeya Elezîz Maden e. Tûra bîsîkletan a bi dirûşma "Ez xwedî li xwezaya xwe derdikevim û ji bo jiyaneke nû bîsîkletê diajom", wê roja 26'ê Tebaxê li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê bi dawî bibe.