Med Muzîkê dest bi weşana testê kir 04:41 19.09.2013 AMSTERDAM 18.09.2013 - ANF Kanalekî din a nû li kanalên Kurdî zêde bû. Med Muzîk kanala çand û muzîkê dest bi weşanên xwe ên testê kir. Li Ewropayê kanalekî din a nû li kanalên Kurdî zêde bû. Îro kanala Med Muzîk ya çand û muzîkê dest bi weşana xwe ya testê kir. Rayedarên kanalê dane diyarkirin ku, armanca wan ewe ku çand û muzîka Kurdî bidin jiyan kirin û piştî kanalê dest bi weşana xwe ya normal kir, dê klîbên muzîkan û programên çand û muzîkê li darxîne. Rayedaran destnîşan kir ku, konsepta weşana Med Muzîkê dê “Li dijî komkujî û dejenereya li hemberî çanda Kurdan be” û anî ziman ku, dê xebatên wan li ser vê esasê berdewam bikin. Med Muzîka ku dê 24 demjimêran weşanê bike, firekans û peyka wê wiha ye: Hotbird 13 E. Frekans: 11179 H. Symbolrate 27500 Fec. 3/4