Li Stockholmê Festîvala Fîlmên Kurdî 04:32 03.10.2013 Piştî festîvaleke serkeftî ya sala 2013 em niha bi heyecaneke mezin amadekariya festîvala xwe ya duyemîn dikin ku dê di navbera 27 sibat - 2 adar 2014 li dar bikeve.  Festîvala me ya yekemîn baleke mezin dît ji çapemeniya Swêdê, baldarên sînemayê û sînemageran.  Me dît ku li Swêdê balek mezin ji fîlmên Kurdî re heye û loma jî vê carê me bernameya xwe berfirehtir kiriye.  Sînemager heta 1’ê mijdarê (november) dikarin fîlmên xwe ji me re bişînin.  Ji bo agahiyên zêdetir, malpera me: www.kurdishfilmfest. com.  Ji bo pirsên we: info@kurdishfilmfest.com.  Bi silavên germ,  Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stockholme